Amerîka Tirkiye xiste nava lîsteya welatên metirsîdar

dibêje rewşa tendirostî ya vê welatî nebaşe.

Daxwaz ji welatiyên xwe dike serdana Tirkiyeyê nekin.

Wezareta derve ya Amerîkayê daxuyaniyek weşandiye û têde daxwaz ji welatiyên Amerîkî kiriye daku serdana Tirkiyeyê nekin.

Di daxuyaniya wezareta derve ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku li Tirkiyeyê Korona hîn jî nehatiye kontrolkirin û rewşa tendirostî ya li vê welatî ne başe lewre emê daxwaz ji welatiyên Amerîkî dikin ku serdana Tirkiyeyê nekin.

Wezareta derve ya Amerîkayê lîsteyeke hin welatan amadekiriye ku di wan welatan de hijmara pêketiyên Koronayê zêdeye û daxwaz ji welatiyên xwe dike serdana wan welatan nekin.

N: E. G