Şerê li Yemenê berdewame

di nava du hefteyan de 76 çekdar hatine kuştin.

Gelek çekdarên hûsî hatine kuştin.

Li gor jêderên nûçeyan, şerê di navbera çekdarên hûsî û hêzên hikûmeta Yemenê de berdewame.

Di vê derbarê de hikûmeta Yemenê ragihandiye ku di encama şer û pevçûnên wan du hefteyên dewî de li parêzgeha Merîb herî kêm 76 çekdarên husî û 18 leşkerên hikûmetê hatine kuştin.

Hikûmeta Yemenê diyar kiriye ku ev 5 mehe çekdarên hûsî bo dagîr kirina parêzgeha Merîbê êrîşên xwe zêdetir kirine lê êrîşên wan ji aliyê hêzên hikûmetê ve têne pûçkirin.

Weke tê zanîn ku çekdarên hûsî ji aliyê Îranê ve têne piştîvanîkirin û hikûmeta Yemenê jî ji aliyê hevpeymaniya Erebî ya bi pêşengiya Siûdiyeyê ve tê piştîvanîkirin.

N: E. G