Serokê parlementoya Îranê rexne li hikûmetê dike

dibêje welat bi başî nayê îdare kirin.

Dibêje ti nîşaneyeke gerînendetiyê li welat tuneye.

Serokê parlementoya Îranê Mihemed Bair Qalîbaf di gotareke xwe de renxe li hikûmeta Îranê û çawetiya îdare kirina welat dike û dibêje li welat ti nîşaneyeke baş ya hebûna gerînendetiyeke baş tuneye.

Qalîbaf di gotara xwe de yaku duhê pêşkêş kiriye ragihandiye ku şêwaza kar kirina hikûmet û îdareyên hikûmetê şaşe, ev pergala îdare kirinê yaku hatiye avakirin nikare xwe li gel rastî û pêşkeftinan bigoncîne û li dijî guhertinane.

Nav hatî herwiha eşkere kiriye ku bêserûberiyek di warê bikaranîna pere û xerc kirina pereyan de heye û hikûmet nizane çawe bi başî pereyên berdest bikar bîne.

N: E. G