92 malbetên din ji kempa Hol hatin derxistin

malbetên han kesûkarên terorîstên DIŞIê ne.

Vê li bajarê Reqa nîştecîh bibin.

Li gor zaniyariyên ji Rojavayê Kurdistanê, îro rêveberiya xweser û rayedarên hêzên Sûriyeya demokrat, piştî danûstaneke berfire li gel Serokeşîrên deverê razî bûna ku rê bidin daku 92 malbetên din ji kempa Holê werin derxistin.

Li gor zaniyariyên han, vê ev malbetên hank u hijmara kesên nava wan bi giştî digehêje 324 kesan, ji aliyê Serokeşîrên deverê ve hatine kefaletkirin û vê li bajarê Reqayê werin bicîhkirin.

Ev malbetên han beriya niha jî şêniyên Reqayê bûne lê piştî şikesta DIŞIê li kempa Hol hatine bicîhkirin.

N: E. G