PDK daxwaza Îraqeke nû û demokratîk dike

dibêje partî dixwaze Îraq ji toneleke tarî rizgar bike.

PDK li Şingalê jî Berbijêrên xwe nasand.

Îro li Şingalê Partiya demokrata Kurdistanê ahengek bo nasandina Berbijêrên xwe bo parlementoya Îraqê organîze kir.

Di ahenga han de endamê mekteb siyasiya DPKê Cefer Emînkî gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya hilbijartinên parlementoya Îraqê.

Cefer Emînkî herwiha eşkere kirk u mebesta me ji hilbijartinan ne bidest anîna korsiyên zêdetire belku mebesta me Îraqeke nû û demokratîke jiber ku PDK xwedan dozeke girîng ya nîştimanî û netewiye. PDK xwedan doza Şingal û Zumarê ye, lazime dubare giraniya PDKê were nîşandan.

Emînkî tekez li ser vê yekê kir ku lazime PDK li Bexda bihêz be jiber ku dixwaze Îraq ji toneleke tarî rizgar bike.

N: E. G