Serokê herêma Kurdistanê li gel Parlementerên dostên Kurdistanê civiya

di civînê de behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Londonê hate kirin.

Duhê çarşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke pêre li Londonê di merasîma nanxwarina êwarê de li gel grûba Parlementerên Brîtanya ya ji bo Dostayetiya Kurdistanê civiya.

Di merasima nanxwarinê de nîqaşeke vekirî jî hate kirin û  Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi kurtî di derbarê rewş û pêşhatên niha ya Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê pêşkêş kir û dîtin û nêrîna xwe û Herêma Kurdistanê ya ji bo çawayiya çareserkirina kêşeyan û hewl û hengavên bi navê parastina aramiya li navçeyê da xiste rû.

Nêçîrvan Barzanî behsa vê yekê kir ku herêma Kurdistanî wekî herdem bi fakterê aramiyê dimîne û amadeye hemû kêşeyên xwe li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê bi diyalogê û li ser bingeha destûrê çareser bike. Her wiha spasî piştgîriya grûba Parlementerên Brîtanya ya ji bo Dostayetiya Kurdistanê û Hikûmeta Brîtanya ya Herêma Kurdistanê kir.

Ji aliyê xwe ve grûba Parlementerên Brîtanya ya ji bo Dostayetiya Kurdistanê, ji bilî derbirîna xweşhaliya xwe ya bi peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Brîtanya, berdewamiya hewldan û karkirin û piştgîriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê û desteberkirin û parastina mafên destûriyan dûpat kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.

Rewş û pêşhatên navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijareke dinê guftûgoya Serok Nêçîrvan Barzanî û şanda pêre ya li gel grûba Parlementerên Brîtanya ya ji bo Dostayetiya Kurdistanê bû.