Serokwezîr spasiya hevpeymaniya cîhanî dike

piştîvaniyên hevpeymaniya cîhanî bo hêzên pêşmerge berdewam dibin.

 Li gel Cîgirê Fermandarê hêzên hevpeyamanan civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke hepeymaniya cihanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro pêncşem 16ê  Îlona 2021an me pêşwaziyaCîgirê  Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê Richard Bell kir.

Di civînê de pêşhatên dawî yên şerê dijî terorê, pêşhat û guhertinên nava rewşa Îraq û Sûriyeyê hatin nirxandin.

Cîgirê Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê Richar Bell hevxemiya xwe bo şehîd bûna ev du pêşmergeyên ku, dola Neqebaya ser bi nahiyeya Nihêlê ya ser bi Akrê jiber bombeyeke vedayî ya pkk şehîd bibûn diyar kir û piştîvaniya hevpeymanî bo herêma Kurdistanê û hêzên pêşmerge dubare kir bo rûbirû bûna terorê bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdisanê.

Di berdewamiya civînê de me jî spasiya hevkarî û piştîvaniyên hevpeymanan bo hêzên pêşmerge kir û tekez li ser girîngiya kara kirina navendên hemahengiya hevbeş di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de kir bo parastina aramiya Îraqê û rûbirû bûna metirsiyên terorê.

N: E. G