Dengdan hate qedexe kirin

di 10 Cotmehê de hilbijartin tê kirin.

Hin welatiyên Îraqî nikarin deng bidin.

Komîsyona bilind ya hilbijartinên Îraqê ragihandiye ku derbarê welatiyên Îraqî yên ku li derveya welat dijîn, biryareke nû der kiriye.

Li gor daxuyaniya komîsyonê, ew welatiyên Îraqî yên ku li derveya Îraqê dijîn, di hilbijartinên vê carê yên parlementoya Îraqê de nikarin li derveya welat beşdarî di hilbijartinan de bikin û dengê xwe bidin.

Komîsyonê ev yek diyar kiriye ku lazime welatiyên Îraqî yên li derveya welat bo dengdanê vegerin Îraqê.

Weke tê zanîn biryare roja 10 Cotmeha îsal hilbijartinên parlementoya Îraqê werinkirin.

N: E. G