Konsulusxaneya Brîtanya bi Soranî daxuyaniyek weşand

Serokê herêmê îro dawî bi serdana xwe tîne.

Daxuyanî derbarê civîna Serokê herêma Kurdistanê û Serokwezîr Brîtanyayê deye.

Îro şemî 18ê Îlona 2021an Konsulusxaneya Brîtanyayê ya li Hewlêrê daxuyaniyek derbarê civîna Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson ya li gel Serokê herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî bi zaraveya Soranî weşand.

Di daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku; Herdu alî hemfikir bûn li ser bihêz kirina peyvendiyên Qraliyeta Yekgirtî ya Brîtanya li gel gelê kurd û temamê Iraqê. Hat gotin peyvendiyên kûr û dîrokî yên di navbera herdu aliyan de hene û herdu rêveber jî rijdbûna xwe ya ji bo pêşxistina wan peyvendiyan teqez kirin û bi taybet jî di warên wek bazirganî û hilberînê de.’’

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku, Serokwezîrê Brîtanya û Serokê herêma Kurdistanê rewşa naha ya Afganîstanê guftûgo kirine û herdu aliyan jî giringiya rêgirtina li metisiya terorîstî ya ji wî welatî ve bê amaje pê kirine.

Hejmarek pirsên din ên herêma Kurdistanê di civînê de hatine gotûbêj kirin û serokwezîr pêwîst zaniye ku Îran vegere bo pêbendiyên rêkeftina atomî. Serokwezîrê Brîtanya pêşwazî li wan pêngavan kir ku Iraqê dane berxwe ji bo kêmkirina derketina karbon û piştevaniya Brîtanya bo wan hewldanan jî nîşan daye.

https://www.facebook.com/ukinerbil/posts/4180673175374651

 

Weke tê zanîn Serokê herêma Kurdistanê beriya sê rojan serdana Brîtanyayê kiribû û îro şemî dawî bi serdana xwe tîne.

N: E. G