Karwaneke din ji Vasksînan gehêşte Îraqê

ji 400 hezar vaksînan pêk hatiye.

Para Kurdistanê jî têdeye.

Wezareta tendirostî ya Îraqê diyar kiriye ku di çarçoveya hewldanên hikûmeta Îraqê yên bo dabîn kirina vaksînan û hevkariyên welatên cîhanî yên bo Îraqê de, îro karwaneke din ji vaksînên dijî Koronayê gehêşteiye Îraqê.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ev karwana han ji 400 hezar qorçikên vaksînan ji cureya Pfizerê pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku vê ev vaksînên han bi rêya amûrên taybet bo navendên tendirostî yên Îraq û Kurdistanê têne veguhastin.

N: E. G