Mesrûr Barzanî: Hewl bo pêşde birina perwerdehiyê didin

dibêje emê asta perwerdehiyê bigehînin asta cîhanî.

Di konferansa perwerdehiyê de gotarek pêşkêş kir.

Îro li Dihukê konferansek binavê konferansa perwerdehiyê ji aliyê zanîngeha Amerîkî Kurdistanê ve hate organîzekirin.

Di destpêka konferansa han de Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di destpêka gotara xwe de spasiya berpirs û rayedarên zanîngehê kir ku, ev konferansa han organîzekirine.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya gotara xwe de balkêşande ser girîngiya prosesa perwerdehiyê bo pêgehandina taken civakê û pêşde birina civakê û ragihand ku yek ji xalên serekî yên bernameya hikûmeta Kurdistanê girîngî dan û pêşde birina perwerdehiyê ye.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya gotara xwe de diyar kir ku hikûmeta Kurdistanê bi tevahiya karînên xwe ve hewl bo vê yekê dide daku asta perwerdehiyê li Kurdistanê de pêşde bibe û bigehîne asta cîhanî.

Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, bo pêşde birina asta perwerdehiyê pilan û benameyeke cidî ya hikûmeta Kurdistanê heye û lazime armanc ji perwerdehiyê, zêde kirina zaniyariyan, bilind kirina asta rewşenbîrî û bilind kirina hişmendiya tak û civakê be.

Nav hatî anî ziman ku niha kar bo vê yekê dikin ku sîstema xwendina bilind bi awayek were sazmandehîkirin ku rêjeya xwendevanên bêkar nemîne û komîteyek jî bo nirxandin û hevseng kirina asta navendên xwendinê yên Kurdistanê li gel navendên xwendinê yên cîhanê tê avakirin.

Serokwezîr wisa gotinên xwe domand: Mixabin hewl hatiye dayîn daku hez ji kirina welat û nîştiman perwerî ji dilê takên civaka me were derxistin lewre lazime bi rêya perwerdehiyê pêşiya vê yekê were girtin.

Mesrûr Barzanî di dawiya gotara xwe de diyar kir ku, hikûmeta Kurdistanê berdewam dibe li ser reforman jiber ku reform pêşerojeke baş bo me dabîn dikin.

N: E. G