Serok Barzanî û balyozê Hindistanê civiyan

Hindistan hewl bo bihêz kirina têkiliyên xwe li gel Kurdistanê dide.

Hindistan dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Hindistanê yê li Îraqê Prashant Pise kir.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Hindistanê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, balyozê Hindistanê yê li Îraqê Prashant Pise behsa girîngiya rola Kurdistanê kir û anî ziman ku Hindistan dixwaze têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê bi taybetî têkiliyên akademîkî, nûjdarî û abûrî berfiretir û bihêztir bike.

Di berdewamiya civînê de behsa rewşa giştî ya deverê û metrisiyên terorê bo ser ewlekariya hemû cîhanê û rûbirû bûna terorê hate kirin û hate gotin ku rûbirû bûna terorê pêdiviya xwe bi yekdengiya cîhanî heye.

Di dawiya civînê de giftûgo li ser hilbijartinên parlementoya Îraqê jî hate kirin û her du alî hêviya vê yekê xwestin ku encamên hilbijartinên bibin sedema guhertinên baş li Îraqê de.

N: E. G