Îdareya serbixwe ya Zaxoyê tê ragihandin

hefteya derbasbûyî li Soranê jî îdareya serbixwe hatibû ragihandin

Ji aliyê Serokwezîr ve vê îro were ragihandin.

Biryare îro di merasimekê de bi amadebûna Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê îdareya serbixwe ya Zaxoyê were ragihandin.

Ragihandina îdareya serbixwe ya Zaxoyê piştî vê yekê tê ku beriya çend mehan civata wezîran di civîna xwe de li ser daxwaza Serok Barzanî biryar dabû daku her du îdareyên Soran û Zaxoyê weke îdareyên serbixwe werin ragihandin.

Hefteya derbasbûyî di merasimekê de Serkozîr li Soranê îdareya serbixwe ya Soranê ragihandibû.

Vê îro jî bi heman awayî îdareya serbixwe ya Zaxoyê were ragihandin.

Ji aliyeke din ve, duhê Serokwezîr li Dihukê bû û 10 tirimbîl jî weke diyarî pêşkêşî Zaxoyê kiribû.

N: E.G