8 welatiyên din canê xwe ji dest dan

zêdetir ji hezar berketiyên berê jî baş bûne.

Amarên nû yên Koronayê hatin belavkirin.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li serserê Kurdistanê bi giştî 8 hezar û 642 cerbandinên nûjdarî yên bo diyar kirina Koronayê hatine kirin û di encam de derketiye ku hezar û 254 kesên din bi Koronayê ketine.

Wezaretê diyar kiriye ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin ku 471 kese.

Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 1076 berketiyên berê jî baş bûne û 8 berketî jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G