Civata Serokatiya PDKê civiya

îro bi Serokatiya Serok Barzanî civiya.

Behsa rewşa heyî û hilbijartinan hate kirin.

Îro bi Serokatiya Serok Barzanî civata Serokatiya Partiya demokrata Kurdistanê civiya.

Piştî civînê jî peyvdarê PDKê Mehmûd Mihemed ji çapemeniyê re ragihand ku di civînê de behsa rewşa heyî ya Kurdistan, Îraq û deverê û heriwha hilbijartinên parlementoya Îraqê hatiye kirin.

Mehmûd Mihemed herwiha eşkere kir ku, Serok Barzanî ku Serokatiya civînê kiriye, tekez li ser parastin û bihêztir kirina yekîtiya nav mala Kurd kiriye.

Nav hatî herwiha diyar kir ku Serok Barzanî di civînê de behsa girîngiya yekdengî, yekîtî û hevêrziyê kiriye û ragihandiye ku lazime bihevre û bi hevbeşî kar were kirin.

N: E. G