Mesrûr Barzanî: Balefirxaneya Dihukê tê çê kirin

li qezaya Simêlê tê çêkirin.

Serokwezîr serdana projeya çê kirina balefirxaneya navnetewî ya Dihukê kir.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Dihukê de îro danê êwarê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana projeya çê kirina balefirxaneya navnetewî ya Dihukê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di serdana meydanî de diyar kir ku, vê venêrînê bo projeya han û rêkeftinên ku bo çê kirina projeyê hatine îmzekirin dikin bo ku ev projeya han dîsa destpê bike û were cîhbicîhkirin.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku, balefirxaneya navnetewî ya Dihukê yaku li qezaya Simêlê ya li Dihukê tê çêkirin ji aliyê kabîneyên berê ve biryara çêkirinê hatibû dayîn, lê jiber hin kêşeyan ev proje hatiye rawestandin û emê venêrînê bo proje û rêkeftinên taybet bi projeyê bikin daku ev projeya han dubare destpê bike jiber ku çê kirina balefirxaneya han gelek karasanî bo şêniyên deverê di her warekî de dike.

Mesrûr Barzanî soza vê yekê da ku di demeke nêz de venêrîn were kirin bo ku ev projeya han bilez were cîhbicîhkirin û ragihand ku berdewam dibin li ser xizmet kirina zêdetir ya welatiyan.

N: E. G