Hevkariyên HC bo pêşmerge berdewamin

70 tirimbîlên din yên leşkerî radestî wezareta pêşmerge hatin kirin.

Vê carê jî karwaneke din ji hevkariyan radestî wezareta pêşmerge hate kirin.

Hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê ya bi pêşengiya Amerîkayê, ragihand ku hevkarî û piştîvaniyên wan bo hêzên pêşmerge berdewam dibin.

Di vê derbarê de Peyvdarê hevpeymaniya cîhanî Wayne Marotto di twittekê de diyar kiriye ku îro di çarçoveya hevkariyên hevpeymaniya cîhanî de bo hêzên pêşmerge, 70 tirmbîlên din yên leşkerî radestî hêzên pêşmerge hatine kirin.

Marotto diyar kiriye ku ev tirimbîlên han yên leşkerî radestî wezareta pêşmerge hatine kirin û hevkariyên bo wezareta pêşmerge jî berdewam dibin.

N: E. G