Serokê herêmê li gel şandeke YE civiya

behsa çend mijarên rojevê kirin.
کوردستان TV
100%

Şanda bi Serokatiya nunera YE ya li Hewlêrê serdana Nêçîrvan Barzanî kir.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Yekîtiya Ewrûpayê ya bi Serokatiya nunera nivîsîngeha YE ya li Hewlêrê  Mary Parry kir.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê jiber destbikar kirina vê weke nunera YE ya li Hewlêrê pîrozbayî li Mary Parry kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest û tekez li ser xwesteke bihêz ya Kurdistan û Îraqê ya bo bihêztir kirina hevkarî û têkiliyên navbera Kurdistan, Îraq û Ewrûpayê de kir.

Serokê herêma Kurdistanê herwiha balkêşande ser serdana vê dawiyê ya Serokê konseya Ewrûpayê Joseph Borell bo Hewlêrê û serdana han bi serdaneke girîng wesif kir.

Di berdweamiya civînê de Mary Parry bi awayeke kurt behsa kar û çalakiyên nuneratiyên YE yên li Hewlêr û Bexdayê kir û jiber pêşwaziya gerim yaku ji Joseph Borell jî hatiye kirin, spasiya hikûmeta Kurdistanê kir

Rewşa pêşerojê ya Îraqê, hilbijartinên Îraqê, rola YE bo çavdêrî kirina hilbijartinan, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareser kirina kêşeyên heyî li ser esasê destûrê û fêde wergirtina Kurdistanê ji projeyên YE mijarên din yên civîna han bûn.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.