25ê Îlonê destpêka dîroka nû ya Kurdistanê

zêdetir ji sedî 93ê gelê Kurdistanê dengê erê da.


Di sala 2017an de zêdetir ji sedî 93 gelê Kurdistanê daxwaza serxwebûnê kir.
Di rojek weke îro 25ê Îlona sala 2017an de, gelê Kurdistanê bi pêşengiya Serok Barzanî û partiya demokrata Kurdistanê, pêngaveke dîrokî avêt.
Roja 25ê Îlona 2017an gelê Kurdistanê bo diyar kirina çarenivîsa xwe, çû ser sindoqan û deng bi serxwebûna xwe da.
Roja 25ê Îlona 2017an bi beşdariya zêdetir ji sedî 93 gelê Kurdistanê deng bi serxwebûna xwe da û bi vê awayî dîrokeke nû bo xwe tomar kir.
Referenadûm û encama referandûmê bû tapo û belgeyeke hertimî di destê gelê Kurdistanê de ku di sala 2003an de bi awayeke dilxwaz biryar li ser mayîna xwe di çarçoveya Îraqeke fedral de dabû.
N: E. G