Li Diyalayê 3 kes hatin kuştin

piraniya kuştî û birîndaran welatiyên medenî ne.

Ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatine kuştin.

Li gor çapemeniya Îraqê, direngiya şeva derbasbûyî terorîstên DIŞIê li nahiyeya Ebare ya ser bi qezaya Beqûbe ya li parêzgeha Diyalayê êrîşî ser polîs û xelkê medenî kirine.

Li gor çapemeniya Îraqê, êrîş bi rêya teqandina bombeyeke vedayî û pişt re jî êrîş kirin bi çekên qenas pêk hatiye û di encam de 3 kes hatine kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûne ku piraniya wan medenî ne.

N: E. G