Franse têkiliyên xwe li gel Kurdistanê berfiretir dike

behsa şerê dijî terorê jî hatiye kirin.

Serokwezîr li gel balyozê Franseyê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê nû yê Franseyê yê li Îraqê civiya û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro yekeşm 26ê Îlona 2021an me pêşwaziya balyozê nû yê Franseyê yê li Îraqê Eric Chevalier kir.

Di civînê de jiber destbikar kirina wî weke balyozê Franseyê yê li Îraqê me pîrozbayî li Eric Chevalier kir û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Me herwiha behsa têkiliyên dîrokî û dostane yên di navbera Franse û herêma Kurdistanê de kir û spasiya piştîvaniyên berdewam yên Franseyê yên bo gelê Kurdistanê di qonaxên cuda cuda de kir.

Balyozê Franseyê rixmî balkêşandine ser geşedanên abûrî û awedaniyê li herêma Kurdistanê de, stayîşa reformên kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê kir û xwesteka welatê xwe ya bo pêde birina zêdetir ya têkiliyan li gel herêmê diyar kir.

Têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî, hilbijartinên parlementoya Îraqê û rûbirû bûna metirsiyên terorîstên DIŞIê mijarên din yên civînê bûn.

N: E. G