Serokwezîr li gel wezîr û şandeke bazirganî ya Tirkiyeyê civiya

Tirkiye û Kurdistanê têkiliyên xwe yên bazirganî bihêztir dikin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîr û şandeke bazirganî ya Tirkiyeyê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro yekşem 26ê Îlona 2021an me pêşwaziya wezîrê bazirganî yê Tirkiyeyê Mihemed Mûş û şandeke pê re kir û pişt re jî li gel şandeke bilind ya bazirganî ya Tirkiyeyê ku ji hijmarek bazirgan û pîşesaz pêk hatibû civiyan.

Di civînê de me behsa girîngiya pere pêdana têkiliyan û hemahengiya li gel Tirkiyeyê kir ku cîraneke girîng ya herêma Kurdistan û Îraqê ye û deriya herêmê ye ber bi Ewrûpa û cîhanê ve. Hatina şendeke mezin ya bazirganî  coşeke mezin dide têkiliyên bihêz yên di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de.

Her di heman civînê deme tekez li ser vê yekê kir ku herêma Kurdistanê hertim dixwaze têkiliyên xwe yên pir alî li gel Tirkiyeyê li ser esasê rêz û berejwendiyên hevbeş û cîrantiya baş pêşde bibe.

Di berdewamiya civîna han de me behsa reformên hikûmeta herêma Kurdistanê kir û balkêşande ser vê yekê ku hikûmeta herêmê, girîngiyeke gelek zêde bi kerta hêlbirînê dide û bo vê yekê her cure kar asaniyek ku pêwîst be bo hêlbirênerên navxweyî û biyanî û pêşde birina prosesa sermayegozariyê, pêşkêş dike.

Wezîrê bazirganî yê Tirkiyeyê xwesteka welatê xwe ya bo pêşde birina zêdetir ya têkiliyan li gel herêma Kurdistanê di her astekê de diyar kir bi taybetî di warê bazirganî û hêlbirînê de û hêvî xwest ku asta bazirganî û sermayegozariya navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê di pêşerojê de berfiretir bibe.

N: E. G