Welatiyekî Kurd bi dijwartirîn şêwe hengîv kom dike

li gundên derdorê Batmanê vê karî dike.

Bi rêbazeke kilasîkî li ser çiyayan hengîv kom dike.

Welatiyekî Kurd xelkê bajarê Batmanê Yalçîn Yildiz ku hevdem mamosteyê werizişê ye jî, bi dijwartirîn û metirsîdartirîn şêwe, li çiya û zinarên gundê xwe hingîva eslî kom dike.

Yalçîn Yildiz xelkê gundê Aydînler ya ser bi navçeya Gerçûsê ye.

Ev çend sale bi rêya tenaf û çend texteyan dikeve asêtirîn cîhê çiya û zinarên gund û derdorê û hengîv kom dike.

N: E. G