Qirîza mezin vê pêşeroja Tirkiyeyê tarî bike

Tirkiye rastî 13 qirîzan hatiye û bi qirîzê, qirîzan çareser dike.
Thumbnail

Tirkiye hem di siyaseta navxweyî û him jî di siyaseta derekî de rastî astengî û qirîzên gelek mezin hatiye, hikûmeta vê welatî hewl bo rizgarbûn ji qirîzan dide lêbelê ti encam bidest naxe.

Ji bilî qirîzên siyasî yên navxweyî û derve, qirîzên mezin yên civakî û abûrî jî serî hildane, hikûmet bo çareser kirina wan qirîzan jî, qirîzên nû diafirîne û qirîz bo çareser kirina qirîzê bikar tîne.

Gava mirov li rewşa siyasî, civakî, abûrî, leşkerî û dîplomatîkî ya Tirkiyeyê dimêzîne, eşkere dibe ku pêşerojeke gelek reş û dijwar li benda Tirkiyeyê ye, û niha Tirkiye ketiye nava rojên dijwar û qirîza mezin jî hêdî hêdî nêz dibe.

Niha lazime yek bi yek behsa wan qirîzan bikim ku li Tirkiyeyê hene û ti çareseriyek ji wan re nehatiye dîtin û berdewam dibin û bandoreke gelek xirab jî li ser Tirkiyeyê dikin.

Qirîzên derve

  1. Têkiliyên navbera Amerîka û Tirkiyeyê cara yekeme di dîrokê de ku ewqas aloz bûne. Jiber siyaset û hedefên Erdogan gelek zehemete ku careke din têkiliyên navbera Tirkiye û Amerîkayê wegerin ser roteya xwe ya berê. Beruvajî ev têkiliyên han vê gelek aloztir bibin. Jiber nêzîk bûna Tirkiye li Rûsyeyeê, nizîkbûna Tirkiye li Îranê, dijatî kirina plan û siyasetên Amerîkayê yên taybet bi Sûriyeyê, ji aliyê Tirkiyeyê ve, piştgîrî kirina Tirkiyeyê ji hikûmeta Venezolayê û herwiha şerê li Lîbyayê û têkiliyên Amerîka û HSDê vê têkiliyên navbera Amerîka û Tirkiyeyê aloztir bikin. Yek rê heye ku ev têkilî dîsa vegerin ser rota xwe ya berê, ew jî ewe ku Tirkiye di tewahiya wan mijaran de dev ji armanc û siyasetên xwe berde û vegere ser xeta ku Amerîka bo diyar dike.
  2. Qirîza rojhilata deriyaya spî: Weke diyar û eşkereye, Tirkiye li Rojhilatê behra spî jî rastî qirîzeke mezin hatiye, welatên herêmê bi piştgîriya welatên Ewrûpî û Amerîkayê siyaseteke hevbeş û hevpar li dijî Tirkiyeyê dimeşînin û Tirkiye jiber siyasetên xwe yên şaş yên li hember Bakûrê Qurbrusê û deverê, li Rojhilata Bersa spî hatiye dorpêçkirin û ji rola fakterbûnê li deverê hatiye derxistin.
  3. Qirîza Sûriyeyê: Tirkiye ku hîn jî îdîaya vê yekê dike ku lazime rejîma Esed were hilweşandin, ji aliyê Rûsye û Îranê ve li Sûriyeyê hatiye tengavkirin. Rûsye raste rast ji Tirkiyeyê re dibêje cîhadiyên xwe yên ku rojane êrîşî ser me û hêzên Esed dikin ji Sûriyeyê derbixe, lê Tirkiye ev yek qebûl nake û îro sibê dike. Jiber vê yekê vê li Îdlibê qirîzeke gelek kûrtir ji wan qirîzan ku em behsa wan dikin rastî Tirkiyeyê were. Îran jî ji Tirkiyeyê re dibêje lazime serweriya Sûriyeyê were parastin û dev ji siyaseta hilweşandina rejîma Esed berdî lê Tirkiye hîn li ser hima xwe bi îsrare. Di civîna sê alî yaku li Tirkiyeyê derbarê Sûriyeyê de hatibû lidarxistin bi rûnî eşkereye ku raste Tirkiye hevpeymanê Îran û Rûsyeyê ye, lêbelê Rûsye û Îran li ser rewşa Sûriyeyê xudan siyaset û hizrên gelek cudane û plan û projeyên Tirkiyeyê bo Sûriyeyê qebûl nakin.
  4. Qirîza li gel Îsraîlê: Ji bilî qirîza Rojhilata Bera spî ku Îsraîl jî têde beşdare, qirîzeke din ya cuda di navbera Tirkiye û Îsraîlê de heye, siyasetên Tirkiyeyê yên li hember Felestîn û dijî Îsraîlê, gefên Tirkiyeyê li Îsraîlê qirîzeke wisa di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de çê kiriye ku lobiya Yehûd li seraserê cîhanê li dijî Tirkiyeyê ketiye lêv û tevgeran.
  5. Qirîza li gel NATO: Têkiliyên navbera Tirkiye û Rûsiyeyê, girîna pergala berevanî ya S 400 a rûsî û herwiha danûstandinên navbera Tirkiye û Rûsyeyê yên li dor kirîna balefirên Su 57 û der kirina Tirkiyeyê ji peymana F35an, bûye sedema çê bûna qirîzeke veşartî ya di navbera Tirkiye û NATOê de, ji xwe di navbera Tirkiye û welatên din yên endamên NATO weke Amerîka, Almanaya, Franse û ,,, di warên cuda cuda de qirîzên curbicur hene, vê Têkiliyên navbera Tirkiye û NATO jî bikevin qonaxeke nû ya bo der kirina Tirkiyeyê ji peymana NATOyê.

 

Qirîzên navxweyî

1-qirîza darayî: ev zêdetir ji salekê ye ku Tirkiye rastî qirîzeke dijwar ya abûrî hatiye, lîreyê Tirkî roj bi roj buhayê xwe ji dest dide, giranî bi rêjeyeke berçav zêde bûye, rêjeya bêkarî yaku jiber qirîza darayî di zêdebûnê deye di nava ciwanan de gehêştiye sedî 25 û bi giştî jî gehêştiye sedî 14. Rêjeya giranî jî gehêştiye sedî 16 û rewşa han hîn didome û tedbîrên hikûmetê jî li hember vê qirîzê bêbandorin.

2- qirîza civakî: Jiber siyasetên olî û îdeolojîkî yên hikûmeta AKPê civaka Tirkiyeyê rastî perçe bûn û cudabûneke kûr hatiye, bi awayek, kes anjî çînek ku ser bi akpê anjî alîgirê akpê nebe, bi kes anjî çînê xaîn û terorîst tê hesbandin û rastî girtin û cezayên giran tê.

3- qirîza maf û azadiyan: Rexmî hemûya wan qirîzan, qirîzeke din ya gelek kevnar li Tirkiyeyê hebûna xwe didomîne û ew jî qirîza maf û azadiyane, bazneya maf û azadiyan roj bi roj zêdetir tê tengkirin, çepemenî, rewşenbîr, nivîskar û hizirmend, akademîsiyen, pêkhateyên olî û etnîkî, bi ti awayî nikarin bi azadî fêde ji mafên xwe bistînin û hizr û ramanên xwe bînin ziman. Demokrasî, azadiya raman û azadiya hizir kirinê hatine jinav birin û ew yek jî bûye sedem daku Yekîtiya Ewrûpayê danûstandinên xwe yên li gel Tirkiyeyê bo wergirtina Tirkiye weke endam di YEê de bicemdîne.

4-qirîza bêgane kirin: Siyaseta niha ya hikûmeta AKPê eve ku kes, alî û çînên ku ne alîgir, endam û girseya AKPê ne, herwiha weke AKPê hizir nakin û rexne li AKPê dikin, weke kesên dijî Tirkiye û dijî berejwendiyên Tirkiyeyê were tawanbarkirin û kempînên reşkirinê li dijî wan destpê bikin, di encama siyaseta han de wisa lê hatiye ku kesek akpyî nebe, tawaneke mezin kiriye, ev yek jî civaka Tirkiyeyê gelek bi xirabî perçe kiriye û tehlûkeya vê yekê heye ku ev perçe bûn vegere bo şereke navxweyî.

  1. Qirîza siyas: Piştî hilbijartinên şaredariyan, akp hêz û pêgeha xwe li Tirkiyeyê jidest da, du partiyên siyasî yên din vê di nava akpê de derkevtin, derketina ev her du partiyan dibe sedema têk birina akpê û hevpeymaniya vê ya li gel MHPê. MHP ku niha rola dewleta kûr dilîze û siyaset û bername bo Erdogan û akpê datîne, kêfxweşe ku akp rastî parçe bûn û cudabûnan hatiye. Jiber bihêz bûna akp bi wateya lawazbûna MHPê ye, MHP ne xudan pîwane kî bihêz be vê piştgîriya vî bike, MHP ji popolarîte û desthilata Erdogan acize, dixwaze Erdogan jikar bavêje û keseke din di bin kontrola MHPê de bibe desthilat.
  2. Perçe bûna AKPê vê civaka Tirkiyeyê zêdetir perçe bike û derfetê şerê navxweyî li Tirkiyeyê zêdetir xweş bike, jiber ku di hilbijartinan de vê Erdogan nikaribe dengên pêwîst bidest bîne, herwiha naxwaze desthilatê jî jidest bide, jiber vê yekê vê şereke din ya civakî li ser pirsa desthilatê serî hilde.
  3. Hilbijartinên pêşwext: Tirkiye ku di her warî de rastî qirîzê hatiye, niha partiya desthilat amadekarî bo hilbijartinên pêşwext dike, danîna qeyûman bo şaredariyên HDPê organîze kirina dayikan bo çalakiyê li berdem navenda HDPê û hewldanên Erdogan  yên bo xwe li IYI partî nêz kirin nîşaneya vê yekê ne ku vê hilbijartinên pêşwext were kirin lêbelê, ev hilbijartinên han eger Elî babacan û Ehmed davûdoglû partiyên xwe damezrînîn, bibin dawiya desthilata Erdogan û destpêka bihêz bûna CHPê.

 

Erdelan Goran