Nêzî 500 kesên din bi Koronayê ketin

2 kes jî canê xwe ji dest dane.

Hijmara herî zêde li Silêmanî hatiye tomarkirin.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî li seraserê Kurdistanê 497 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin ku 282 kese.

Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di heman demê de 554 kes baş bûne û 2 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

متعلقات

احدث الفيديوهات