HSDê berpirsekî cîhadiyan kuşt
6/11/2019 - 15:20
Hêzên Sûriyeyê demokratîk daxuyaniyek derbarê şer û pevçûnên navbera hêzên HSDê û artêşa Tirkiye û cîhadiyan ya li gundewarên Serê Kanî belav kir.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku di encama wan şer û pevçûnan de berpirsekî mezin yê cîhadiyan bi navê Ebu Omer hatiye kuştin.
Ebû Omer ku navê vî yê rastîn Wezah Ehmed Tirkiye, berpirsê cîhadiyên ser bi eniya Ceyêş Elîslam bûye û di şerê de hatiye kuştin.