Çar balefirên din gehêştine Îraqê

ev çaremîn karwana balefirên t 50 ye ku digehêje Îraqê

Fermandarê hêzên asmanî yên Îraqê belav kir ku di çarçoveya rêkeftina navbera Îraq û Koreya Başûr de  ya bo kirîna balefirên şer yên Koreya Başûr, îro çar balefirên din yên ji cureya T50 ji Koreya Başûr gehêştine Bexdayê.

Li gor daxuyaniya han, ev çaremîn karwana balefirên Korî ye ku ji Koreya Başûr digehêje Îraqê.