Balefirên Tirkiyeyê Xakûrk bordiman kirin

hîn jî derbarê zirar û ziyanên bordimanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin

Di çarçoveya êrîş û operasiyonên artêşa Tirkiyeyê yên li dijî gerîlayên PKK li deverê sînorî de, îro danê sibê hijmareke zêde balefirên artêşa Tirkiyeyê devera Xakûrkê bordiman kirin.

Di vê derbarê de peyamnêrê Kurdistantvê yê li devera Sîdekanê ragihand ku îro danê sibê hijmareke zêde balefirên artêşa Tirkiyeyê Xakûrk û derdor bordiman kirine.

Peyamnêrê me diyar kir ku balefir vê carê gelek nizim difirîn û ev yek jî bûye sedema tirs û fikaran li cem şêniyên deverê.

Heta niha derbarê zirar û ziyanên bordimanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.