Amerîka danûstandinên li gel Talibanê rawestand

civîna nihênî li Amerîkayê dihat lidarxistin

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku civîna nihênî yaku biryar bû îro 8ê Îlonê li Kemp David ya li Amerîkayê pêk bîne hilweşandiye.

Li gor çapemeniya Amerîkayê Trump jiber kuştina leşkerekî Amerîkî li Kabula paytexta Efxanistanê, danûstandinên xwe yên li gel Talibanê yên bo aştiya Efxanistanê rawestandiye.

Li gor jêderan biryar bû îro 8ê Îlonê civîneke nihênî di navbera rayedarên Amerîkî û Talibanê de li Amerîkayê de were lidarxistin lêbelê Trump civîna han hilweşandiye.