Êrîşên ser heşda şebî karê Îsraîlê ye

heta niha 13 caran êrîşî ser heşda şebî hatiye kirin

Endamekî komîteya ewlekarî ya parlementoya Îraqê diyar kiriye ku derbarê êrîşên ser heşda şebî de Amerîka hin zaniyarî dane Îraqê.

Endamê komîteya ewlekariya parlementoya Îraqê Ebdulxaliq Ezawî ragihand ku Amerîka ji rayedarên Îraqê ra derbarê êrîşên ser navend û cebelxaneyên heşda şebî gotiye ku ev êrîşên ku tên pêkanîn karê Îsraîlê ye.

Ezawî eşkere kiriye ku lêkolînên li ser êrîşên ser navendên heşda şebî bi dawî hatine û derket ku heta niha bi giştî 13 caran êrîşî ser Îraqê hatiye kirin û bi sedan endamên heşda şebî jî hatine kuştin û zirarên mezin yên madî jî ber heşda şebî ketine.