Cîhên torîstîkî têne vekirin

niha tenê di sînorên parêzgehan deye di demeke nêz de dibe seraserî

Biryare ji îro pêve cîhên torîstîkî yên Kurdistanê werin vekirin.

Di vê derbarê de Peyvdarê komîteya torîstîkî ya herêma Kurdistanê Nadir Rostî eşkere kir ku roja 27ê Gulanê qedexeya hatûçû di navbera bajarên Kurdistanê de namîne.

Rostî eşkere kir ku li gel nemana qedexeya hatûçû, cîhên torîstîkî yên Kurdistanê jî bi liber çav girtina tedbîr û şîretên xweparêziyê têne vekirin.

Nav hatî eşkere kiriye ku niha tenê di çarçoveya sînorên yek parêzgehê de torîst dikarin serdana cîhên torîstîkî bikin lê eger di warê Koronayê de tişteke çaverê nekirî ne qewme vê di demeke nêz de torîzima navbera parêzgehên din yên Kurdistanê jî destpê dike.

N: E. G

Peywendîdar

Nûtrîn Vîdyo

COVID-19
Cases
10,820,163
Mirin
519,274
dîsadîtin
6,040,911
Cases
6,403
Mirin
214
dîsadîtin
2,078
Cases
51,524
Mirin
2,050
dîsadîtin
26,267