Şanda Kurdistanê serdana Bexdayê dike

li gel aliyên têkildar li Bexdayê dicive

Biryare piştî cejna Qurbanê şanda Kurdistanî serdana Bexdayê bike.

Parlementera Parlementoya Îraqê ya firaksiyona partiya demokrata Kurdistanê Meyade Necar eşkere kiriye ku bi mebesta domandina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê bo çareser kirina kêşeyên navbera her du aliyan, şanda danûstandinkar ya Kurdistanê serdana Bexdayê bike.

Necar eşkere kiriye ku piştî cejnê şanda Kurdistanî serdana Bexdayê dike û danûstandinên navbera her du aliyên dîsa destpê dikin û hewl tê dayîn ku piştî cejnê her du alî bigehêjin rêkeftinekê.

N: E. G