Li Koreya Başûr 13 kes canê xwe ji dest dan

13 kes jî heta niha wendane

Hate zanîn ku 13 kes jî wendane.

Li gor jêderên nûçeyan, jiber barîna barana bixor li Koreya Başûr lehiyên gelek mezin çê bûne.

Lehiyên ku li nêzî paytexta Koroye Başûr Seulê çê bûne, hijmareke gelek zêde pir, otoban û cadeyên serekî têk birine û bi sedan tirimbîl jî bin av ketine.

Rayedarên Koreya Başûr eşkere kirine ku di lehiyê de herî kêm 13 kes canê xwe ji dest dane û 13 kes jî wendane.

N: E. G