Li Efrînê çekdarên girêdayî Tirkiyê zarokek û kalemêrek kuştin

ew koma cîhadî ser bi Tirkiyeyê ye.

Li Efrînê çekdarên koma Firqet El Hamza, zarokek û kalemêrek kuştin û ciwanek jî birîndar kirin.

Li gor çavkaniyên herêmî, li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrewa yê Efrînê, endamên koma Firqet El Hamza ku Tirkiye piştgiriya wê dike, gava çûne nav erdên xwe Abdûlrahman Hemo yê 70 salî û Hemû Cengîz Necar ê 14 salî gulebaran kirin.

Hat diyarkirin, ku di otopsiya zarokê 14 salî de, hatiye tespîtkirin ku 40 gule li laşê wî ketine.

Herwiha hat ragihandin, ciwanê bi navê Mesûd Mecîd Cemo yê 30 salî yê sivîl jî birîndar bûye.

Ji peyamakurd hatiye wergirtin.

N: E. G

Peywendîdar

Nûtrîn Vîdyo

COVID-19
Cases
104,964
Mirin
3,436
dîsadîtin
85,814
Cases
607,587
Mirin
12,935
dîsadîtin
567,898
Cases
94,572,376
Mirin
2,023,325
dîsadîtin
67,524,766