Bikujek li Hewlêrê hate girtin
29/11/2020 - 10:55
Piştî 11 salan hatiye girtin.
Birêveberatiya polîsê Hewlêrê belav kir ku hêzên polîs karîne welatiyek bi navê EEH yaku di sala 2009an de kesek kuştiye û dadgeh biryara girtina wî dabû, li bazara fêqî firoşan ya li Hewlêrê binçav bikin.
Li gor daxuyaniya polîsê, di dema girtina bikuj de di nava tirimbîla wî de, çekên demançe û kilaşînkof jî hebûne.
N: E. G