Şerê li Qamîşlo berdewame

endamekî asayîşê şehîd bûye.

Herî kêm 13 çekdar hatine kuştin.

Li gor çapemeniya nêzî Rêveberiya xweser ya Rojavayê Kurdistanê, pevçûna ku duhê bi şev li bajarê Qamîşlo di navbera hêzên asayîş û hêzên ser bi rejîma Sûriyeyê destpê kiriye, hîn jî didome.

Çapemeniya ser bi Rêveberiya xweser belav kiriye ku di şerê han de yaku niha jî didome, endamekî asayîşê şehîd bûye û du endamên din jî birîndar bûne û 13 çekdarên ser bi rejîmê jî hatine kuştin û 6 çekdarên din jî birîndar bûne û sê noqteyên çekdarên ser bi rejîmê jî ji aliyê hêzên asayîşê ve hatine kontrolkirin.

N: E. G