Nivîskar û Helebstvanekî Kurd hate girtin

sedema girtina wî nehatiye zelalkirin.

Îro li bajarê Merîwanê hatiye girtin.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, îro pêncşem hêzên rejîma Îranê li bajarê Merîwanê, êrîşî ser mala Nivîskar û Helbestvanê Kurd Aram Fethî kirine.

Hengawê diyar kiriye ku hêzên rejîmê di êrîşê de Aram Fethî binçav kirine û bo girtîgeha îtlaatê veguhastine.

Herwiha dest bi ser tiştên taybet û kompiyotera Aram Fethî jî hatiye girtin.

N: E. G