Xwepîşandanên li Îranê didomin

heta niha zêdetir ji 10 Xwepîşander hatine kuştin.

Îro li Tehranê jî xwepîşandan hebû.

Ev zêdetir ji du hefteyane li parêzgeha Xûzistan ya Îranê û çend bajarên din yên vê welatî li dijî bê avî û bêelektirîkî xwepîşandanên mezin têne organîzekirin.

Hêzên ewlekarî yên rejîmê jî êrîşî ser Xwepîşanderan dikin û heta niha zêdetir ji 10 Xwepîşander bi destê hêzên rejîmê hatine kuştin.

Piraniya kuştiyan ji parêzgeha Xûzistanê ne.

Ji aliyeke din ve îro jî li Tehrana paytexta Îranê xwepîşandaneke mezin bo piştîvanî kirin ji xelkê Xûzistanê hate organîzekirin û Xwepîşander diroşmeyên dijî rejîmê û Rêberê rejîma Îranê qiriyan.

N: E. G