Komên çekdar yên şîe daxwaza tole sendinê dikin

dibêjin çavkaniya êrîşê navçeyeke sunenişîne.

Dibêjin lazime tole ji suneyan were stendin.

Li gor nûçeyeke malpera Almonîtor, hin komên çekdar yên ser b Îranê yên şîe, daxwaza tole sendinê ji suneyan dikin.

Almonîtor diyar kiriye ku aliyên çekdar yên şîe yên ser bi Îranê jiber teqîna roja Erefeya cejna Qurbanê li navçeya Sedir ya li Bexdayê daxwaza tole sendinê ji suneyên Îraqê kirine.

Ev aliyên çekdar yên şîe wisa hizir dikin ku çavkaniya êrîşa han navçeya Tarimiye ye ya li Bexdayê ku navçeyeke sunenişîne.

Weke tê zanîn di roja erefeyê de teqînek çê bibû û 35 kesan canê xwe ji dest dabû.

N: E.G