Li Îraqê zêdetir ji 12 hezar kesên din bi Koronayê ketin

73 berketî jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta tendirostî amarên 24 seatên derbabsûyî belav kir.

Wezareta tendirostî ya Îraqê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îraqê di nava 24 seatên derbasbûyî de 12 hezar û 713 kesên din bi Koronayê ketine.

Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 73 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Îraqê bi giştî nêzî 19 hezar kes ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G