Serokê herêma Kurdistanê diçe Tehranê

beşdarî di merasîma sond xwarina Serokkomarê Îranê de dike.

Şandeke Kurdistanî jî li gel wî ye.

Biryare îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî biçe Tehranê.

Di vê serdana han de şandeke Kurdistanî jî li gel Serokê herêma Kurdistanê dibe.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê li Tehranî beşdarî di merasîma sond xwarina Serokkomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî bike.

Herwiha tê payîn ku piştî merasîmê jî Serokê herêma û şanda Kurdistanî çend civîn û hevdîtinan li gel rayedarên Îranî pêk bîne.

N: E. G