Komkara Erebî Tirkiye şermezar dike

dibêje lazime Tirkiye dev ji vê siyasetê berde.

Jiber kêşeya qut kirina avê li ser Rojavayê Tirkiye şermezar dike.

Parlementoya Komkara Erebî di civîna xwe ya dawî de li ser rewşa Rojava û Bakûrê Rojhilatê Sûriyeyê nîqaşeke berfire kiriye û balkêşandiye ser qirîza avê ya li vê herêmê yaku jiber qut kirina avê ji aliyê Tirkiyeyê ve çê bûye.

Komkara Erebî ragihandiye ku av samaneke giştiye û nabe weke amûreke şer li dijî ti kes û aliyekê were bikaranîn.

Komkara Erebî herwiha diyar kiriye ku Tirkiye avê weke amûreke şer bikar tîne, av li ser şêniyên Rojava û Bakûrê Rojhilatê Sûriyeyê qut kiriye û ev herêm jiber bê avî ketiye rewşeke xirab de, lewre em weke komkara erebî bi tundî ev kiriyarên Tirkiyeyê şermezar dikin.

Komkarê herwiha diyar kiriye ku ev li hember zextên Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê yên li ser şêniyên deverê dilgiranin.

Weke tê zanîn di rojên derbasbûyî de Tirkiye û Rûsye jî li ser çareser kirina kêşeya bê aviyê li deverê de li Serê Kanî civiyan bûn û li gor çapemeniya Tirkiyeyê bo çareser kirina kêşeyê lihev kiribûn.

N: E. G