Li Behra Reş ji ber lehiyê 6 kes mirine

zirarên mezin yên madî jî çê bûne.

Serokatiya Rewşa Lezgîn û Karesatan (AFAD) daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku li Kastamonûyê şeş kesên li ber avê çûne, mirine. Li Bartinê jî kesek winda ye.

Barana gûr li Rojavayê Behra Reş bû sedema lehiyê. Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê Serokatiya Rewşa Lezgîn û Karesatan (AFAD) daxuyaniyek derbarê rewşa li Kastamonû, Bartin û Sînopê de weşandiye.

AFADê di daxuyaniye xwe de gotiye ku li Kastamonûyê şeş kes li ber avê çûne û mirine. Li Bartinê jî kesek winda ye.

Mûhterem Înce, Alîkarê Wezîrê Karûbarên Navxweyî wiha gotiye: “Li Bartinê 318 kes, li

Kastamonûyê 210 kes, li Sînopê jî 106 kes bi helîkopter û wesayitan hatine derxistin.

Di daxuyaniyê de wiha hatiya diyarkirin: “Walîtiyên Samsûn, Amasya, Çorûm, Çankiri, Karabuk, Gîresûn, Ordû, Tokat, Bolû, Duzce û Zongûldakê hişyar in. AFAD, Serfermandarî, Fermandariya Ewlehiya Peravan, Cenderme, 112, UMKE, midûriyeta giştî ya rêyên bejayî, DSI, rêveberiyên taybet ên bajaran, IHH û YEDAŞ beşdarî xebatên li herêmên dibin.

Ji bianetê hatiye wergirtin.

N: E. G