Daxuyaniya civata wezîran derbarê civîna îro de

di demeke nêz de pilana han dikeve meriyetê.

Pilana nîştimanî ya mafên mirovan hate pejrandin.

Îro civata wezîran ya Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro çarşem 15ê Îlona 2021an me gerînendetiya civîna heftane ya civata wezîran kir.

Di destpêka civînê de, ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî têde beşdar bû, me behsa amadekariyên hilbijartinên parlementoya Îraqê kir û tekez li ser vê yekê kir ku, lazime propagendeya hilbijartinê bi awayeke aram, medeniyane û dûr be ji teşhîr kirin û bêrêzî kirin bi hev û du.

Me herwiha eşkere kir ku ev hilbijartina han bo vê yekêye ku nunerên herêma Kurdistanê li parlementoya Bexdayê berevanî ji berejwendiyên giştî, maf û şayîsteyên xelkê Kurdistanê bikin lewre lazime rikeberî û aloziyên nabvera partiyan û aliyên Kurdistanî jiber berevanî kirinê ji pirsên nîştimanî û mafên gelê Kurdistanê bin.

Civata wezîran tekez li ser girîngiya rol û bêalî bûna dezgehên îdarî, ewlekarî yên herêmê, çapemenî û saziyên medenî bo serxistina prosesa hilbijartinan li gor zagonên berkar kir, bi awayek ku armanca serekî ya tevahiya partî û aliyên Kurdistanî ew be ku li Bexdayê bihevre berevanî ji mafên destûrî yên herêma Kurdistanê û berejwendiyên bilind yên xelkê bikin.

Di berdewamiya civînê de wezîrê navxwe û wezîrên din yên têkildar, pêngavên cîhbicîh kirina çend biryarên civata wezîran pêşkêş kirin ku taybet bûn bi qedexe kirina sîmkartên bêform, encamên lêkolînên li ser kiwalîtiya ardên hawirdekirî ji derveya herêma Kurdistanê di warê xwerakî û tendirostî de û civata wezîran tekez li ser cîhbicîh kirina bilez ya wan biryaran kir.

Di rojeveke din ya civînê de ku taybet bû bi biryar dan li ser bernivîsa pilana nîştimanî y abo mafên mirovan ya 2021 heta 2025an, ku di civînê hefteya derbasbûyî ya civata wezîran de behsa vê hatibû kirin. Di civînê de ev pilana han bi piraniya dengan hate pejrandin û wezaret û aliyên têkildar hatin pîwerdarkirin bo cîhbicîh kirina pilana han û agehdar kirina civata wezîran ji çawetiya pêşveçûna prosesa cîhbicîh kirina pilana han, bi armanca pêşde birina mafên mirovan li herêmê.

Di rojeva dawî ya civînê de wezîrê awedankirin û nîştecîhkirinê bernivîsa projeya sendoqa piştîvaniya geşe pêdana rê û cadeyan li herêma Kurdistanê, pêşkêş kir, ev bernivîsa han ji aliyê wezareta awedankirinê û nîştecîh kirinê bi hemahengiya wezaretên din yên têkildar hatiye amadekirin.

Civata wezîran jî rixmî girîngî dan bi girîngiya pêşde birina rê û cadeyan, biryar da daku wezaretên têkildar di nava mehekê de, wenêrîneke zêdetir bo bernivîsa han bikin bi taybetî di warê qanûnî, teknîkî û darayî de, di çarçoveya wan têbînî û pêşniyaran ku hatine pêşkêşkirin, daku projeya han bikaribe bigehêje armancên xwe yên di warê piştîvaniya wezaretê di warê geşe pêdana projeyên taybet bi rê û cadeyan û dana pîwerek bo diyar kirina dadmendiyê bo dabeş kirina projeyên awedankirina rê û cadeyan li ser astê parêzgeh û îdareyên serbixwe li gorî şayîstebûn, bêgoman ev yek jî vê di çarçoveya bernameya kabîneya 9an ya hikûmeta Kurdistanê  deye ku girîngîdan bi cade û rêyan yek ji bernameyên vê yên serekeye.

N: E. G