Asta hêlbirînê li Kurdistanê zêde bûye
12/3/2019 - 16:50
Peyvdarê Yekîtiya Hêlbirênerên Kurdistanê Mele Yasîn Mehmûd ragihand ku abûriya Kurdistanê qonaxa dijwar derbas kiriye û roj bi roj geşe dike û mezin dibe.
Mele Yasîn Mehmûd diyar kir ku prosesa hêlbirînê di warên curbicur de li Kurdistanê de ev demeke geşe kiriye û rêjeya hêlbirînê zêde bûye.
Mehmûd diyar kir ku jiber berdewam kirina geşe kirina abûriya Kurdistanê prosesa hêlbirînê jî bi berdewamî pêşve diçe û niha rêjeya hêlbirînê li Kurdistanê de asta 50 miliyar dolaran derbas kiriye.