Îro Înî 30ê Cotmeha 2026an, Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyeyê di daneyeke fermî de, bi devê Mehmet Nuri Ersoy, wezîrê tûrîzmê, ragihand: Dahata sektora tûrîzmê di neh mehên pêşîn ên sala (2026)an de gihîştiye (51 milyar û 278 milyon dolarî), ku li gorî heman heyama sala borî, bi rêjeya 2.4% zêde bûye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di vê heyamê de Tirkiye nêzîkî (49.1) milyon tûrîst pêşwazî kiriye. Ji aliyê hejmara tûrîstan ve, welatiyên Rûsyayê di rêza yekem a ziyaretvanan de bûn; piştî wan tûrîstên Almanyayê di rêza duyem û Brîtanî di rêza sêyem de hatin.
Wezareta Tûrîzmê ya Tirkiyeyê eşkere kir ku dahata sektora tûrîzmê tenê di çaremîn a sêyem a vê salê de gihîştiye (25.5) milyar dolarî, ku mezinbûneke bi rêjeya 5% tomar kiriye. Di heman demê de, navînîna mesrefa her tûrîstekî ji bo mayîna şevekê bilind bûye û gihîştiye (107.7) dolarî, ku bi rêjeya 4.6% zêde bûye.
Di dawiyê daxuyaniyê de hatiye gotin ku sektora tûrîzmê ya Tirkiyeyê, tevî wan astengiyên ku ji ber tengezariyên herêmî û bilindbûna lêçûna rêwîtiyên hewayî derketine holê, karîbûye van dahat û hejmarên bilind bi dest bixe.







