Îro Înî, 30ê Çileya Pêşîn a 2026an, Wezareta Petrolê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand: Li ser rêberiyên cîgirê yekem ê rêveberê giştî, biryar hatiye dayîn ku mazotê spî ji bo malbatan li parêzgehên (Bexda, Firata Navîn, Başûr, Diyala û Wasit) tenê bi rêya karta elektronîk û dayîna elektronîk were belavkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ev biryar li gorî rêberiyên bilind ên elektronîkkirina danûstendinan e. Mazot dê bi rêjeya 100 lîtreyan ji bo her malbatekê be û dê ji bo du mehan, ji roja (1ê Çileya Paşîna 2026an) ve, were bicihanîn.







