Dr. Oleg Gladişev, pisporê rûs ê warê xwarinê, ragihand: xwarina sîrê bi zikê vala zirarê dide tenduristiya pergala hezmê, ji ber ku hin kes ji bo telafîkirina kêmbûna vîtamînan, bi taybetî vîtamîna (C), hejmareke mezin ji sîrê bi zikê vala dixwin; lê ev tevger di pergala hezmê de dibe sedema pirsgirêkên acizker.
Ew pispor bal kişand ser metirsiyên li ser kesên ku nexweşiyên pergala hezmê hene û rave kir ku baweriya belavbûyî ya ku sîr wekî çavkaniya sereke ya vîtamîna (C) dibîne, xwarina zêde ya wî rewa nake. Her çend sîr dewlemendê vîtamînên (B) û (C) be, ligel hêmanên manganez, selenyum, sifir, fosfor û zincê, lê tama wê ya tund û bihêz dike ku xwarina hêjmara pêwîst ji bo peydakirina hewcedariyên laşê dijwar be.
Dr. Oleg herwiha diyar kir ku sîr teşwîqkerê derketina asîda zikê ye û dibe sedema iltîhab û şewitandina parzemîna roviyên biçûk û mezin, ku ev jî dibe sedema çêbûna gazê û hestkirina êşê. Ji ber vê yekê, divê kesên ku pirsgirêkên pergala hezmê hene dema xwarina sîrê de pir hişyar bin.
Di dawiyê de, ew bijîşkê pispor tekez li ser pêwîstiya şêwirîna bijîşkekî pispor kir, berî ku kes dest bi xwarina her xwarineke bike ku bandoreke teşwîqker û zirardar li ser pergala hezmê hebe.







