Îro sibê, yekşem 1ê Çiriya Paşîn a 2026an, Zanîngeha Dihokê ji bo bîranîna 10 saliya damezrandina (Enstîtuya Tedawiya Derûnî û Trawmayê) li zanîngehê merasîmek lidar xist, ku hejmareke berçav ji Êzidiyan û mêvanên navxweyî û derveyî têde amade bûn.
Di merasimê de axavtina Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, hate pêşkêşkirin û ji aliyê Dilşad Şehab, arîkarê serokê Herêma Kurdistanê, ve hate xwendin.
Nivîsa axavtina Nêçîrvan Barzanî:
Amadebûyên hêja
Rojbaş..
Spas, silav û pêzanînên xwe pêşkêşî (Enstîtuya Tedawiya Derûnî û Trawmayê) ya Zanîngeha Dihokê û hevkarên wê dikim ji bo lidarxistina vê çalakiyê, herwiha ji bo karê girîng ê wê di alîkariyê û kêmkirina êş û azarên wan kesên ku ji ber şer, teror û tundûtûjiyê dinalin.
Deh sal berê, damezrandina vê enstîtuyê gavêk girîng û pêwîst bû da ku bikaribe xizmeta mexdûran bike. Ev karê Zanîngeha Dihokê karêkî hêja û nirxdar e, ku li gel erkê zanistî û akademîk ê xwe, girîngiyê daye qadeke bandordar a nav civakê jî. Hêvîdar in ku ev nimûne zêdetir bibe û bi awayekî berfirehtir girîngî pê bê dayîn.
Gelê Kurdistan û Iraqê salên dirêj ên şer û belayê derbas kirin. Gelek ji welatiyên me kes û malên xwe ji dest dan, hin kesên din jî neçar man herêmên xwe bihêlin û dûrî zevî û mala xwe bijîn. Ew jenosîda ku DAÎŞ li dijî Êzidiyan pêk anî, yek ji bûyerên herî hov bû.
Bandorên vê belayê tenê bi dawîbûna şeran, an jî vegera gel bo mal û halê xwe, bi dawî nabin. Hin birîn hene ku di derûn û kûrahiya mirovan de dimînin û ji bo başbûnê hewceyî dem û çavdêriyê ne. Erkê li ser milê me ye ku ew kesên ku ketine ber vê bûyerên trajîk, bi tenê nehêlin. Divê em alîkariya wan bikin da ku jiyan, bawerî û hêviya wan bi dahatûyekî baştir vegere.
Amadebûyên hêja..
Ew xizmetên tedawiya derûnî yên ku ev enstîtû li Dihok û Şengalê pêşkêş dike, herwiha hewildanên wê ji bo perwerdekirina pisporan, hêjayî hemû spas û pêzanînan in. Karê vê enstîtuyê tenê alîkariya zirar dîtîyan ji bo rakirina êşên wan nîne; belkî perwerdekirina kadroyên jîr jî karekî girîng e da ku bikaribin di dahatûyê de berdewamî bidin vê erkê girîng û xizmeta civakê bikin.
Ji ber vê yekê careke din dixwazim spas û pêzanîna xwe ji Zanîngeha Dihokê, rêveberên enstîtuyê û hemû karmendên wê re ragihînim ji bo hewildanên wan ên dilsozane.
Herwiha spas û pêzanîn ji bo hukûmet, zanîngeh û navendên Elmanyayê ku piştgirîya vê projeya mirovahî dikin. Elmaniya di demên dijwar de piştgirî da gelê Kurdistanê. Em bi rêz û pêzanîn li piştgirî û hevkariya wan a berdewam dinêrin, bi taybetî alîkariya wan ji bo rizgarbûyên destê sûcên DAÎŞ.
Amadebûyên hêja,
Ew kes û mexdûrên ku ji ber bandorên şer û trawmayên derûnî dinalin, hewce ne hest bikin ku ne bi tenê ne. Divê bibînin ku kes hene ku xizmet, çavdêrî û alîkariya wan dikin. Girîng e hemû kesên ku hewceyî alîkariya derûnî ne, bizanin ku daxwaza tedawiyê kirin karekî asayî ye û nikare kes ji ber vê mijarê hest bi şermê an nerehetiyê bike.
Ji ber vê yekê, em careke din li ser girîngiya berdewamkirina piştgiriya hikûmî û navneteweyî ji bo van hewildanan tekez dikin; herwiha li ser berfirehkirina xizmetên tedawiya derûnî tekez dikin da ku bigihîje hemû kesên ku pêdiviya wan pê heye, bi taybetî li wan herêman ku ji ber teror û koçberiyê dinalin.
Divê hemû mexdûr û gelê me ji bandor û şopên wê qonaxê sax bibin û rizgarbûyî û zirar dîtî bikaribin bi aramî, rûmet û hêviyeke mezin jiyana xwe bidomînin.
Di vê derfetê de careke din tekez dikin ku em ê her tim wek hevkar û piştgirê hemû mafên welatiyên xwe yên Êzidî bimînin û her kar û planek ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan li Şengalê û li her cihê din, divê li ser bingeha daxwaz û berjewendiyên Êzidiyan bixwe be.
Di dawiyê de, em spas û pêzanîna xwe ji hemû wan kesan re dubare dikin ku ji bo vê armanca mirovahî ya pîroz dixebitin. Ji bo (Enstîtuya Tedawiya Derûnî û Trawmayê) ya Zanîngeha Dihokê berdewamî û serkeftinê dixwazim.
Gelek spas.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
١/١١/٢٠٢٦
1 Wêne







