Îro şemî 7ê Çirîna Paşîn a 2026an, Basm Mihemed Xizir, wezîrê Neftê yê Iraqê, ragihand: Iraq rojane zêdetirî pênc milyon bermîl neft hilberîne. Wî her wiha destnîşan kir ku di navbera kapasîteya hilberînê û kapasîteya eksportê ya Iraqê de cûdahî heye.
Wezîrê Neftê rave kir: "OPEC kota hilberîna Iraqê rojane li ser sînorê 4 milyon û 330 hezar bermîlan destnîşan kiriye, di demekê de ku asta rastîn a hilberîna Iraqê ji pênc milyon bermîlan zêdetir e. Lê Wezareta Neftê bi tevahî pabendî sînorê eksportê ye ku ji aliyê OPECê ve hatiye destnîşankirin".
Basm Mihemed Xizir eşkere kir ku niha danûstandinên bi rêxistina OPECê re ji bo bilindkirina kota eksportê ya neftê ya Iraqê berdewam in. Ev yek bi berçavgirtina taybetmendiyên Iraqê û siruştê rewşa dijwar a ku ew di pênc deh salên borî de re derbas bûye, tê kirin. Wî her wiha tekez kir ku Iraq hêjayî wê ye ku asta eksportê bilindtir bibe, da ku dahata darayî ya pêwîst ji bo pêşxistina binesaziyê û pêkanîna planên hikûmetê pêk bîne.







